Serokwezîrê niha yê Almanya Scholz bû namzedê SPDê
25 mijdar 2024 21:31
PeyamaKurd – Partiya Sosyal Demokrat a Alman (SPD) ji bo hilbijartinên pêşwext ên biryar e 23yê Sibatê bêne kirin, serokwezîrê niha Olaf Scholz wekî namzedê xwe destnîşan kir.
Piştî ku koalîsyona Lambeyên Trafîkê ya ji partiyên SPD, Partiya Keskan, Partiya Demokratên Azad (FDP) pêk dihat hilweşiya biryara hilbijartinên pêşwext hatibû standin.
Li gorî medyaya Alman, partiyên Almanî yên mihafezekar, SPD û Partiya Keskan li ser 23yê Sibata 2024an bo lidarxistina hilbijartinan li hev kirine.
SPDê Scholz wekî namzedê xwe yê serokwezîrîyê destnîşan kir ku beriya niha Wezîrê Berevaniyê Boris Pistorius ê ji SPDyê ji namzediyê vekişiyabû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Erdogan bi serokwezîrê Almanyayê Scholz re civiya
24 îln 2024
Cîhan
Civaka Kurd a Almanyayê bi Serokwezîrê Almanyayê Scholz re civiya
22 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin