Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sandeke payebilind re serdana Bexdayê dike
04 nîsan 2023 15:18
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Bexdaya paytexta Iraqê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şandeke payebilind a hikûmetê re serdana Bexdayê dike.
Serokwezîr wê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bicive.
Di hevdîtinê de çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, rêkeftina dosyeya petrolê û destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê wê were gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got: "Ez diçim Bexdayê ji bo ku rêkeftina me ya derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi dawî bibe."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî riya stratejîk a Hacî Omeranê vekir
03 mjd 2025
Rojhilata Navîn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
03 sbt 2026
Jiyan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Bafil Talebanî re civiya
17 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin