Serokwezîr Barzanî, saxeke banka cîhanî ya li Hewlêrê vekir
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro şaxa sereke yê Banka Cîhan û avahiya Rêveberiya Giştî ya Bankê li Hewlêrê vekir.
Serokwezîr Barzanî, di beşdariya merasîma vekirina şaxa sereke ya nû ya bankê de ligel karmend û berpirsên Banka Cîhan civiya.
Serokwezîr Barzanî, di axaftina xwe ya vekirinê de got ku bankên Herêma Kurdistanê, ji ber nebûna şarezayê û nebûna teknolojiyê ji bo meşandina kar û barên xwe heta niha, li ser asta navdewletî kar nekirine, lewra piraniya bankan tenê bûne cihê veguhestina pereyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî bal kişand ser wê yekê ku bank stûna sereke ya tevgera aborî ya welêt in û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
“Me girîngiyeke mezin daye bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê û stûna sereke ya bihêzkirina aboriya Kurdistanê jî pergala bankî ye.
Di çarçoveya projeya Hejmara Min de dibe ku pêwendiyeke dualî di navbera welatiyan û bankan de hebe da ku welatiyên Herêma Kurdistanê, di projeyên bazirganiyê de sûdê ji xizmetên bankî werbigirin.
Ji 1.2 milyonan zêdetir karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene û armanca me di projeya Hejmara Min de ew e ku di heyama 2 salan de hemû karmendan bixin ser vê pergalê.
6 bankan ji bo beşdarbûna projeya Hejmara Min, daxwazname pêşkêş kirine û ew daxwazname jî hatine hatine pesendkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin