Serokwezîr Barzanî, sandeke ji WHOyê pêswazî kir

17 nîsan 2023 19:30
Serokwezîr Barzanî, sandeke ji WHOyê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro şandeke ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) pêşwazî kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku şandeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ya bi serokatiya Berpirsê Rêxistinê ya Iraqê Ehmed Zouiten, bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Barzanî û û şanda WHOyê, li ser kar û projeyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gorî agahiyên hevdîtinê, tekezî li ser bipêşxistina pêwendî û hevahengiya navbera Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û WHOyê hat kirin.