Serokwezîr Barzanî li Washingtonê karê dîplomasiyê bi xwurtî dimesîne

01 adar 2024 01:19
Serokwezîr Barzanî li Washingtonê karê dîplomasiyê bi xwurtî dimesîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka li payîtext Washingtonê bi jimareyekî endamên kongra Amerîkayê re civiya. Barzanî di 29ê Sibata 2024an de, bi seroka berê ya meclisa nûneran bi Nancy Pelosi, nûner Seth Molten, Don Bacon, Brad Winstrup, Amata Coleman û gelek endamên din re civînekî kir.

Endamê Kongrê Bacon, Mesrûr Barzanî weka têkoşerê azadiyê û lehengê wê da nasîn û behsa girîngiya parastina ewlehî, aramî, aştî û îstîqrara Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Barzanî jî ji bo hevkarî û desteka Amerîkayê sipasiya Amerîkayê kir û behsa girîngiya bicîhanîna destûra Iraqê, xistina mafên xelkê Kurd ya bin garantiyê û girîngiya parastina mafên destûrî yê Herêma Kurdistanê û avahiya federali kir.

Seroka berê ya meclisa nûneran Nancy Pelosi jî behsa razîbûna xwe ya seredana Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê kir û ragihand ku ew ji bo cesaret, lehengî û fîdakariya xelkê Kurd re rêz digre û teqdîr dike.

Endamê kongrê Molten jî ragihand ku divê Herêma Kurdistanê ji her layekî de bê xwurtkirin.