Serokwezîr Barzanî, êrîsa li Stenbolê sermezar kir

14 mijdar 2022 03:30
Serokwezîr Barzanî, êrîsa li Stenbolê sermezar kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser teqîna ku îro danê êvarê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê çêbû, peyamek arasteyî rayedarên Tirkiyeyê kir.

Serowezîr Barzanî, li ser teqîna ku li Kolana Taksîmê ya Stenbolê çêbû û di encamê de gelek mirî û birîndar çêbûn de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek arasteyî rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê kir.

Serokwezîr di peyama xwe de got,

“Ez êrîşa tirsonekî ya ku îro li Stenbolê hat kirin, bi tundî şermezar dikim. Hestên min, ligel hikûmeta Tirkiyeyê, xelkê Tirkiyeyê, mexdûrên bûyerê û malbatên wan in.”

Di teqîna ku vê êvarê li Taksîmê çêbû de 6 kesan can da û 81 kes jî birîndar in. Li ser bûyerê, ji aliyê serok û rêberên cîhanê ve ji bo Tirkiyeyê peyamên sersaxiyê tên ragihandin.