Serokwezîr Barzanî: Em dê ax û welatê xwe biparêzin

07 nîsan 2026 19:46

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku berpirsên êrîşên li dijî gelê Kurdistanê, zû an dereng, dê rûbirûyî cezayê ku heq dikin, bibin.

Serokwezîr Barzanî: Em dê ax û welatê xwe biparêzin

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li gundê Zurgezrawê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, beşdarî şîna Musa Enwer û Mujde Esed bû ku di êrîşeke dronê ya Îranê de şehîd bûbûn.

Serokwezîr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û xizmên her du şehîdan re anî ziman.

Di konferanseke çapemeniyê ya ku li wir hat lidarxistin, Serokwezîr got:

"Careke din, êrîşek bêyî ti hincet li dijî gelê bêguneh ê Kurdistanê hat kirin. Du hevjîn şehîd ketin; ev ji bo me hemûyan xemgîniyeke mezin e. Em sersaxiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û tevahiya gelê Kurdistanê dikin."

Serokwezîr her wiha tekezî li van xalan kir:

"Careke din bêyî ku ti sedem û hincet hebin, êrîş li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin. Yên ku destên wan bi xwîna gelê me sor bûne, zû an dereng, dê rûbirûyî cezayê xwe bibin. Em dê ji bo azadî û serfiraziya gelê xwe li ser rêbaza şehîdên xwe beerdewam bin. Di heman demê de, em dê parastina axa xwe û welatê xwe bidomînin. Em spasiya gelê Kurdistanê dikin ji bo sebir û piştgiriya wan. Em hêvî dikin ku ev şer, alozî û êş bi dawî bibe û gelê me bigihîje armancên ku demeke dirêj e xeyala wan dike."

Serokwezîr, hikûmeta Iraqê rexne kir û destnîşan kir ku Bexda di berpirsiyariyên xwe naîne cih:

"Mixabin, hikûmeta federal ti gavên berbiçav neavêtine ji bo rawestandina van êrîşan li ser Herêma Kurdistanê. Ji pêşîlêgirtina van êrîşên terorîstî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmeta federal."