Serokwezîr Barzanî bi sandeke Amerîkî ya bajarê Nashville re civiya

23 gulan 2023 21:00
Serokwezîr Barzanî bi sandeke Amerîkî ya bajarê Nashville re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Şaredarê Nashville John Cooper û şandeke pê re kir.

Di civînê ji bilî Şaredarê Nashville John Cooper, hejmarek endamên encûmena bajar, serok û endamên Borda Destxwişkiyê ya bajarê Nashville amadehî kirin.

Di hevdîtinê de behsa geşepêdana pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî Hewlêr û Nashville hat kirin, bi taybetî di warê çand û perwerdeyê de, ku dê di demek nêzîk de bibin du bajarên destexwişk, herwiha rola erênî ya revenda Kurdistanî ya li Nashville dijîn, bilind hate nirxandin.

Şanda bajarê Nashville kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya xwe ji bo bicihanîna çend projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê anî ziman.