Serokwezîr Barzanî bi rayedarê Urdinî re pêwendiyên dîrokî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Xelayle kir û her du aliyan pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de gotûbêj kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û helwesta dostane ya Şahê Urdinê Şah Ebdullah ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda de bilind nirxand.
Di hevdîtinê de, rayedarê Urdinî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û dubare kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên dualî di warên cuda de bi taybetî di warên çandinî, geştyarî, perwerde û bazirganî de bi pêş ve bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin