Serokwezîr Barzanî besdarî li merasîma sersaxiyê ya Mîrê Kuweytê kir

18 berfanbar 2023 23:14
Serokwezîr Barzanî besdarî li merasîma sersaxiyê ya Mîrê Kuweytê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Kanûnê ji bo beşdarî merasîma şîna Mîrê Kuweytê bibe, gihîşt Kuweytê.

Mesrûr Barzanî li Kuweytê ji aliyê Mîrê nû yê Kuweytê Şêx Meşal el-Ahmed el-Cabir es-Sabah ve hate pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî li Kuweytê beşdarî merasîma şîna Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah bû ku 16ê mehê di 86 saliya xwe de koça dawî kirib. Cenazeyê Mîr 17ê Kanûnê bi merasîmeke malbatî bi xakê hatibû spartin.