Serokomariya Iraqê: Hebûna PKKê li herêmê ne yasayî ye, divê sînorek jê re bê danîn!
PeyamaKurd - Serokatiya Komara Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşa PKKê ya li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê bi ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir ku bûye sedema şehîdbûna 5 Pêşmerge û birîndarkirina 7 Pêşmergeyan.
Serokomariya Iraqê destnîşan kiriye ku divê sînorek ji binpêkirinên PKKê re bê danîn û gotiye, hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê neyasayî ye û nîgeraniya xwe li beramber êrîşê anîye ziman.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pêwîste PKK ji êrîşên wiha dûr bike ku dibe sedema binpêkirina serweriya Iraqê û herwiha vekişîna hêzên Tirkiyê li Herêma Kurdistan û Mûsilê.
Serokatiya Komara Iraqê hebûna hêzên Tirkiyê li wan navçeyan wek binpêkirina prensîpên cîrantiyê binav kir û got: “Berevajiya norm û rêkeftinnameyên navdewletî ye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin ku divê kar bê kirin ji bo binpêkirina serweriya axa Iraqê û asayîşa welatiyên wê bê bidawî anîn û tê diyarkirin, destûr rê nade wê yekê ku axa Iraqê ji bo çêkirina metirsiyê li ser welatên cîran were bikaranîn.
Berdevkê Serokomariya Iraqê nîgeraniya xwe li beramber êrîşa Tirkiyê ya ser Kampa Mexmûrê jî aniye ziman û gotiye: “Ev pêngaveke metirsîdar e û jiyana welatî û di nav de penaberan dixe metirsiyê, hevdem berevajiya yasayên navdewletî û mirovî ye jî.”
D dawiya daxuyaniyê de, daxwaz hat kirin ku peywendiyên wan ligel Tirkiyê li ser bingehê berjewendiyên hevbeş, çareserkirina pirsgirêkên ser sînor, mijara emnî û bi rêya hevkarî û hevahengiyê be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin