Serokkomariya Sûriyê: Esad li Sûriyê xebatên xwe dewam dike
PeyamaKurd – Li ser gotinên ku serokê Sûriyê Beşar Esad ji Sûriyê reviyaye, serokatiya Sûriyê ragihand ku Esad li Şamê xebatên xwe yên netewî û destûrî dewam dewam dike. Serokkomariya Sûriyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Hinek organên medyayê yên biyanî xeberên ku wê serokê dewletê Beşar Esad ji Şamê here û here welatekî dinê, xeberên derew belav dikin.
Serokatiya Komara Ereb ya Sûriyê temamê gotinan di derewîne. Van weşanên han di salên şer de ji bo civaka Sûriyê şaş bike û bandorê li civakê bike, hewlên weha dikin.
Serokkomariya Sûriyê piştrast dike ku serokkomar xebatên xwe, wezîfên xwe yên destûrî û netewî li Şamê dewam dike. Temamê xeberên di derbarê serok Esad de, xebatên wî û rewşa wî ji platformên medya netewî yên medyayê radigihîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin