Serokkomarê Iraqê bi Serokê Lîtwanyayê re rewsa koçberên Iraqî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê û Serokê Lîtwanya li ser telefonê rewşa koçberên Iraqî yên li Lîtwanya û li ser sînorê Lîtwanya-Belarusê gotûbêj kirin. Berhem Salih ji Serokê Lîtwanyayê re daye zanîn, hikûmeta Iraqê rêkarên giring û bilez ji bo parastina hemwelatiyên xwe pêk tîne.
Serokkomariya Iraqê destnîşan kiriye, Berhem Salih êvara Pêncşemê 12ê Tebaxa 2021 û Serokê Lîtwanya Gitanas Nauseda pêwendiyeke telefonî encam dane.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariya Iraqê, her du serokan hevkariya hevpar a di navbera aliyan de, xurtkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de û pirsgirêkên welatiyên Iraqê yên li ser sînorê Belarus-Lîtwanya asê mane, gotûbêj kirine.
Berhem Salih eşkere kiriye: “Parastina mafên koçberan û misogerkirina ewlehiya wan prensîbek bingehîn a mafên mirovan e” û tekez kiriye: “Hikûmetê rêkarên giring û bilez ji bo parastina hemwelatiyên Iraqê pêk aniye û lêkolîn bo dîtina wan kesan destpê kiriye ku hemwelatiyên wê tûşî vê kêşeyê kirine.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokkomarê Iraqê ji Serokê Lîtwanyayê re gotiye ku destpêşxeriyên dîplomatîk bi rêya Wezareta Karên Derve ji bo rizgarkirina koçberên Iraqî yên li ser sînorê Belarus-Lîtwanya asê mane, berdewam dikin.
Berhem Salih diyar kiriye: “Qanûnên Iraqê mafên mrov û azadiya çûn û hatinê ji hemwelatiyên wê re misoger dike, lê ketina di xefika qaçaxçiyên mirovan de karekî xeternak e.”
Serokkomarê Iraqê amaje bi mirina welatiyekî Iraqî li ser sînorê Belarus-Lîtwanyayê jî kiriye û gotiye: “Cihê xemgîniyê ye hemwelatiyekî Iraqî li ser sênorê Belarus û Lîtwanyayê hatiye kuştin, lewra bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê, ji Warsaw ve me aliyê Lîtwanî agahdar kiriye, da ku derbarê wê bûyera

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin