Serokkomarê Îranê Rûhanî serdana Bexdayê kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî serdana Iraqê dike û bi berpirsên payebilind ê Îraqê ra di bicive.
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro duşemê (11.03.2019) tevî şandekê gihişt paytexta Îraqê Bexdayê û biryar e bi berpirsên payebilind ên Iraqê ra bicive û gotûbêja têkilîyên Tehran û Bexdayê bike.
Serdana Rûhanî bo Îraqê ji aliyê wezîrê wî yê derve ve wek serdaneke dîrokî hat binavkirin. Armanca vê serdanê bihêzkirina pêwendiyan di navbera Îranê û hikûmeta Îraqî de ku Şiî wê kontrol dikin û ew hevalbenda bihêz a Tehranê ye.
Duh (10.03.2019) Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihandibû, ku Hesen Ruhanî piştî serdana Bexdayê dê serdana Necefê jî bike û bi merciya bilind a şiîyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî ra jî bicive.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin