Serokkomarê Fransayê yê berê serdana Hewlêrê dike

25 sibat 2019 21:50
Serokkomarê Fransayê yê berê serdana Hewlêrê dike

 PeyamaKurd - Serokkomarê berê yê Fransayê serdana Hewlêrê dike.

Li gor zanyariyên berdest, îro  serokkomarê berê yê Fransayê yê salên 2012 heta 2017ê François Hollande ji bo serdanekî gihişt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Îro piştî nîvro François Hollande dê beşdariya merasîma dabeşkirina xelatên Şîfa Gerdî bike, ku kanala televizyona Rudaw rêkxistiye. Şîfa Gerdî peyamnêra heman kanalê bû û roja 25.02.2017ê li bajarê Mûsilê ji ber teqîna bombeyekî paşmayê rêxistina terorîst a DAİŞê şehîd bû bû.

Fransayê ji dema şoreşa rizgarîxwaziya Îlonê ve, gel û hikûmeta Fransayê piştevaniya gelê Kurdistanê dikin û di şerê dijî rêxistina terorîst a DAİŞê de jî bi şêwirmendên leşkeri, perwerde dayîna Pêşmerge û bombebaran kirina esmanî  û baregehên DAİŞê ve alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.