Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky qeza kir!
PeyamaKurd – Konvoya ku Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky tê de ye qeza kir û di encamê de bi sivikî birîndar bû.
Li gor Berdevkê Serokatiya Ûkraynayê Sergey Nikifirov li ser medya civakî diyar kir, li paytext Kîevê ji ber konvaya Zelensky tê de li otomobîlekê qewimî, qeza çêbû.
Herwiha Nikifirov da zanîn ku şifêrê otomobîla qeza kiriye birîndar bûye û piştî destekariya tîma tenduristiyê ya konvoya Zelensky, ew rakirinê nexweşxaneyê.
Herî dawî Nikiforov eşkere kir, Zelensky di encama qezayê de bi sivikî birîndar bûye û di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin