Serokê Ukraynayê: Em bi hêz in û ji her tistî re amade ne û em ê bi ser bikevin

24 sibat 2022 16:05
Serokê Ukraynayê: Em bi hêz in û ji her tistî re amade ne û em ê bi ser bikevin

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky daxwaz li welatiyên xwe kir ku aram bin û got, ew ê bersiva êrîşê bidin û berevaniyê bikin.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky êrîşa Rûsyayê ya li ser welatê xwe piştrast kir û diyar kir, Rûsyayê êrîşên moşekî pêk anîne ku binesaziya bingehîn û pasewanên sînorê welatê me kirine armanc.

Herwiha Zelensky di bersiva êrîşa Rûsyayê ya li ser welatê xwe de da zanîn: “Em bi hêz in û ji her tiştî re amade ne û em ê bi ser bikevin.” Daxwaz jî ji gelên Ukraynayê kir ku aram bin û li malên xwe bimînin.