Serokê Saredariya Kîevê: Danê sibê li Kîevê dengê teqînan hat

19 tîrmeh 2023 13:33
Serokê Saredariya Kîevê: Danê sibê li Kîevê dengê teqînan hat

PeyamaKurd Serokê Şaredariya Kîevê ya paytexta Ukraynayê Vitaly Klichko ragihand, li bajêr teqîn çêbûne.

Kliçko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, danê sibê li Kîevê dengê teqînan hatiye.

Şefê Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Sergey Popko jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, artêşa Rûsyayê bi balafirên bêmirov ên cureya "Şahad"ê êrîş bir ser Kîevê.

Popko eşkere kir, hemû balefirên bêmirov di hewayê de ji aliyê hêzên berevaniya hewayî ve hatine îmhakirin û got, heta niha derbarê welatiyên birîndar û hilweşîna di encama êrîşê de ti agahî bi dest neketiye.

Popko herwiha destnîşan kir, hêzên Rûsyayê êrîşeke hewayî birin ser Odessa.