Serokê Kore ya Basûr Yoon Suk-yeol seredana Zelenski kir

16 tîrmeh 2023 02:48
Serokê Kore ya Basûr Yoon Suk-yeol seredana Zelenski kir

PeyamaKurd – Serokê Kore ya Başûr Yoon Suk-yeol, seredana Ûkraynayê kir û serokê Ûkraynayê Zelenski ziyaret kir. Yoon, di dema seredana xwe de, ji bo hêzên Ûkraynayê soza alavên leşkerî û mirovî da.

Li gor xebera Yonhapê Yoon, piştî seredana ji bo 3 rojan ya ji bo Polonyayê çû Ûkraynayê. Li gor sekretera serokatiyê; Kim Eun-hye, Yoon seredana bajarên İrpin û  Buça kiriye û bi Zelenski re hevdîtin kiriye.

Di hevdîtinê de Kore ya Başûr û Ûkrayna behsa sehayên ku Kore karibe destekê bide Ûkraynayê kirine.