Serokê Îmaratê: Goştê Îmaratê tehl e em ne nêçîreke hêsan in

07 adar 2026 17:12

Serokê Îmaratê El Nahyan derbarê êrîşên Îranê de got ku welatê wî "ne nêçîreke hêsan e" û Tehran wek "dijmin" bi nav kir.

Serokê Îmaratê: Goştê Îmaratê tehl e em ne nêçîreke hêsan in

RûpelNews - Serokê Îmaratê Mihemed bîn Zayid El Nehyan di yekem daxuyaniya xwe ya giştî de piştî şerê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatibû destpêkirin û êrîşên tolhildanê yên Îranê yên ku Îmarat kiribûn hedef, yekem car daxuyanî da.

Di serdaneke xwe de bo nexweşxaneyeke ku sivîlên di êrîşên Îranê de birîndar bûne lê tên dermankirin, El Nehyan ji Abu Dabi TVyê got, "Îmarat xweş e, Îmarat modelek e ku divê bê teqlîdkirin, lê bihêlin ez ji we re bibêjim, bi vê yekê nexapin. Destê Îmaratê dirêj e û bihêz e, goştê wê tehl e û em ne nêçîreke hêsan in."

El Nahyan, tekez kir ku welatê wî di şerî de ye û got, "Em erka xwe ji bo welatê xwe, gelê xwe û her kesê ku di nav me de dijî, bi cih tînin. Xwedê Îmaratê, gelê wê û her kesê ku tê de dijî biparêze û ewlehî û aramiyê bide."

Êrîşên Îranê

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê êrîş dan destpêkirin û Îran jî weke bersiv binkeyên amerîkî yên li herêmê û Îsraîlî li welatên herêmê dike armanc. Îmarat ji roja yekem a şer ve bûye armanca mûşekên Îranê.

Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan îro ragihand ku, li gorî biryareke encûmena serokatiya demkî ya Îranê, welatên cîran êdî dê nebin hedef. Pezeşkiyan got tenê heger van welat êrîşek li dijî Îranê pêk bînin dê tol were hildan.

Di vê navberê de, Îmaratê ragihand ku wê êvarê komeke nû ya mûşekan ku ji Îranê hatibûn avêtin, xistine xwarê.