Serokê Fînlandiyayê: Divê em bi hev re ser bikin!

14 tîrmeh 2023 14:17
Serokê Fînlandiyayê: Divê em bi hev re ser bikin!

PeyamaKurd Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö diyar kir, gelê wî piştî endamtiya NATOyê xwe ewletir hîs kiriye û got, “Peyam pir zelal e, divê em bi hev re têbikoşin. “Tu şik û gumana min li ser siyasetên paşerojê yên Amerîkayê nîn e.

Niinistö û Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî hevdîtina xwe ya li Helsinkiya paytexta Fînlandiyayê di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivîn.

Niinistö ji bo hevgirtina ku ji hêla Amerîkayê ve li ser rêya endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê hate nîşandan spas kir. "Ez ji bo Civîna Vilniusê jî spas dikim ji ber ku hestiyar bû hesta yekîtiyê bi hevalbendên din re, pir hestiyar bû. Ez difikirim ku ev bi xêra we bû."

Niinistö diyar kir, bi Biden re li ser têkiliyên dualî û Peymana Hevkariya Parastinê axivîn û got, bi Swêd û Danîmarkayê re peymaneke bi heman rengî çêdibe, wê hejmara welatên Skandînavyayê yên peyman îmze kirine derkeve 5an.