Serokê Çînê Xi Jinping dest bi serdema xwe ya sêyemîn dike

10 adar 2023 16:31
Serokê Çînê Xi Jinping dest bi serdema xwe ya sêyemîn dike

PeyamaKurd – Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê bi yekdengî serdema sêyem a Serokdewlet Xi Jinping pejirand.

Xi, ku nêzî 3 hezar endamên kongreyê deng dan wî, wekî Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî jî hate hilbijartin.

Di pergala rêvebirina welêt de serokê dewletê bi piranî sembolîk e. Lêbelê, dewra wî ya sêyemîn jî statuya Xi wekî rêberê herî hêzdar ê Çînê ji Mao Zedong ve bihêz kir.

Hêzên sereke yên Xi ji Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Çînê û Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî tê.

Li gorî Nûçegîhanê BBC yê Çînê Stephen McDonell daye zanîn, pejirandina serokatiya serdema sêyemîn pir dihat pêşbînîkirin. Tayînên nû, serokwezîr û wezîrên nû yên welêt jî di nav de, di rojevê de cihekî girîng digirin.

Tê fikirîn ku Xi ji serdema desthilatdariya Mao Zedong ve lîderê herî bi hêz ê Çînê ye.