Serokê CHPê dibêje ezê Pirsa Kurdan hel bikim

14 nîsan 2018 00:10
Serokê CHPê dibêje ezê Pirsa Kurdan hel bikim

PeyamaKurd - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku 40 sal e li Tirkiyê pirsa Kurd nehatiye çareserkirin û got: "Em ê di çar salan de çareser bikin."

Di civîna ligel serok û encûmenên şaredariyên CHPê yên Konyayê de, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu gotarek pêşkêş kir û derbarê pirsa Kurd de got: "Li navçeyên Başûr û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) 40 sal e pirsa Kurd nehatiye çareser kirin. Ak Partiyê di 15 salan de nikarî çareser bike û rewş aloztir kiriye, lê CHP di çar salan de bi tevahî çareser dike. Eger me çareser nekir dest ji kar berdidin."

Kiliçdaroglu tekez kir ku pênc pirsgirêkên serekî yên Tirkiyê wek demokrasî, aborî, perwerde, aştiya civakî û siyaseta derve hene û wiha axifî: "Mixabin, Tirkiye ne welatekî demokratîk e. Ji ber baweriya AKPê bi demokrasî û azadiya ramanê tune."

Serokê Giştî yê CHPê bal kişand ser rewşa xirab a Tirkiyê û got: "Aborî kambax e, bêkariyê sînorên xwe bezandine, perwerde her ji asta seretayî heta zanîngehê têk çûye, ji ber paşguhxistina pirsa Kurd aştiya civakî çênabe û xetên serekî yên siyaseta me ya derve jî nediyar in."

Kiliçdaroglu berî jî gotibû, ku tekane partiya ku li Tirkiyê pirsa Kurd çareser bike CHP ye.