Serokê Cepha Ereb: Rêvebirên Kerkûkê bertîlan distînin

30 tebax 2019 03:12
Serokê Cepha Ereb: Rêvebirên Kerkûkê bertîlan distînin

PeyamaKurd- Serokê Cepha Ereb ya Hevgirtî Wasfî Asî li Kerkûkê civîneka çapemeniyê çêkir û rêvebirên Ereb yên Kerkûkê bi zimanekî tund rexne kir û got ku rêvebir bertîlan distînin. Serokê cephê weha got:

“Em dihalekî wisa de ne, em nizanin bangê li kî û çawa bikin. Bo halê me xweş bibe, em ê bangê li kî bikin? Rêvebirên Kerkûkê yên niha bertîlan distînin. Halê xelkê ne xema wan e. 19 sale xelk guherandinê dixwaze lê tiştek nehat kirin. Divê rêvebir û siyasetmedar temîna ewlekariya bajêr bikin. Divê hemwelatî karibin bibin memûr. Bila rêvebir mirovên xwe nexin kar.”

Serokê Cephe Asî got ku berya sala 2014an bi taybetî berya sala 2018an hêviya çareseriyê hebû. Lê hêvî jî nema. Niha ne tenha kes lê malbat jî ketine siyasetê û dilê wan çawa dixwaze wisa dikin.