Serokê Banka Navendî ji aliyê Erdogan ve ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd – Serokê Banka Navendî Nacî Agbal, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji kar hat dûrxistin. Biryara ji kardûrxistina Agbal di Rojnemeya Fermî de hat belavkirin.
Serokomarê Tirkiyê, li şûna Nacî Agbal, Parlamenterê berê yê AKPê yê Bayburtê Prof. Dr. Şahap Kavcioglu ku di heman demê de akademîsyenê Zanîngeha Marmarayê ye, wek Serokê Banka Navendî destnîşan kir.
Roja 18ê vê mehê, Banka Navendî, gelek zêdetir ji wê ku dihat çaverêkirin, sûda bankî ji %17 kiribû ji %19. Rojnameya Yenî Şafak a nêzikî AK Partiyê, biryara zêdekirina sûdên bankî ya Banka Navendî kiribû manşet û wek “operasyoneke li dijî mezinbûna Tirkiyê” binav kiribû.
Her du serokên Banka Navendî yên berî Agbal jî, ji aliyê Erdogan ve ji kar hatibûn dûrxistin
Hêjayî bibîrxistinê ye, serokê nû yê Banka Navendî Şahap Kavcioglu jî li dijî wê biryarê ye û di nivîsa xwe ya di heman rojnamê ya di 9ê Sibatê de gotibû: “Pêwîst e Banka Navendî li ser siyaseta xwe ya sûda bilind bi rijd nebe. Di demekê de, ku li cîhanê sûdên bankî nêzikî sifir in, em sûdê bilind bikin, dê ev pirsgirêkên aborî çareser neke.”
Di dîroka Komara Tirkiyê de, ev cara yekem e ku di heyama 20 mehan de bo cara çarem Serokê Banka Navendî tê guhertin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin