Serokê Amerîkayê hefteya bê serdana Ewropayê dike
16 adar 2022 15:02
PeyamaKurd – Biryar e Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo krîza Ukraynayê hefteya bê serdana Ewropayê bike.
Li gor Berdevka Qesra Spî Jen Psaki do Sêşemê diyar kir, Biden wê ligel rêberên NATO û Ewropayê di hilcivînekê li Brukselê de 24ê Adarê bicive.
Herwiha Joe Biden wê pişt re beşdarî hilcivîneke plankirî ya Civata Ewropî bibe ku li wir hewldanên zêdetir ji bo toleyan li dijî Rûsya û herwiha ji bo zêdekirina alîkariya mirovî li Ukraynayê tên kirin.
Psakî eşkere kir: “Serok Biden pir baweriyê bi diplomasîya rû bi rû tîne. Lewra ev serdan derfeteke ji bo wê yekê.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê CHPê serdana Amerîkayê dike
09 cot 2022
Jiyan
Serokê Amerîkayê li ser serdana xwe ya Rojhilata Navîn gotarek nivîsî
11 trm 2022
Cîhan
Sûdanî serdana Eyn el-Esed a Amerîkayê vala kiriye kir
21 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin