Serokatiya Herêma Kurdistanê: Sewitandina Quranê ji bo pêkvejiyana pêkhateyan tehdîd de

30 hezîran 2023 03:37
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Sewitandina Quranê ji bo pêkvejiyana pêkhateyan tehdîd de

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku şewitandina Quranê ji bo pêkvejiyana pêkhateyan tehdîde û şewtandina Quranê şermezar kir. Li ser ku li Îsveçê kesekî Quranê şewitandibû, serokatiya Herêma Kurdistanê daxwuyaniyeka weha da:

“Em şewitandina Quranê şermezar dikin. Kiryarekî ne rewaye. Çawa dibe sedema kîn û nefretê, her weha ji bo çanda pêkvejiyanê û aştiyê tehdîd de. Divê ji temamê ol, bawerî û mezheban re û ji muqedesatên wan re rêz bêgirtin. Divê îzin nedin ti kesî ku azadiyan derfetê bibîne û ji muqedesatan re bêrêzî bike.”