Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Japonyayê re sersaxî xwest
02 rêbendan 2024 23:53
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistan, ji bo erdheja bi pileya 7,6 a Japonyayê ku 48 kesan can da, peyameke sersaxiyê belav kir.
Di peyamê de hate gotin: "Em ji bo erdheja ruxîner ji gelê Japon û hikûmeta wê re sersaxiyê dixwazin. Dilê me bi welatiyên mexdûrên erdhejê re ye û ji birîndaran re selametiyê dixwazin.”
Hêjayî gotinê ye, di roja yekem a 2024an de, li Japonyayê gelek erdhejên rûxîner ên bi pileyên 5 ta 7an rû dan. Li gorî çavkaniyên fermî heta niha 48 kesan can daye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokatiya Herêma Kurdistanê, sersaxî li Misirê kir
15 tbx 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin