Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Sûriyê daxuyanî da

09 berfanbar 2024 13:30
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerên Sûriyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li hemû pêkhateyên Sûriyê û di serî de gelê Kurd kir ku, ji bo dadperwerî û wekheviyê bi zimanê diyalog û çareseriya aştiyane tevbigerin.

Serokatiyê derbarê rûxandina rejîma Beşar Esed û geşedanên dawî yên li Sûriyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Sûriyê hat kirin, di serî de gelê Kurd, ku zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane ji bo dadperwerî û wekheviyê pêk bînin, hat gotin: “Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de careke din pabendbûna xwe piştrast dike ji bo domandina pêwendiyên aştiyane li navçeyê û bihêzkirina hevkariyên navçeyî û navdewletî. Em her pevçûnek ku aramiya herêmê bixe metirsiyê red dikin û tekezî li ser parastina ewlehî û berjewendiyên hemû gel û pêkhateyan dikin."

Hêzên milîs li Sûriyê ragihandin ku wan berbanga sibeha roja Yekşemê 8ê Kanûna Yekem a 2024an dest bi ketina Şama paytext kirin, piştî çend saetan piştî piştrastkirina kontrolkirina bajarê Humsê ku sêyemîn bajarê herî mezin ê welat e.