Seroka Parlamenê: Behskirina hilwesandina Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Seroka Perlemana Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand ku axaftina li ser hilweşandina qewareya (statuya) Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Seroka perlamana Kurdistanê di dema rûniştina perlemanê de got, axaftina li ser hilweşandina qewareya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin û destnîşan kir: “Qewareya Herêma Kurdistanê berhemê xwîna şehîdan û xebata çendîn salên gelê Kurdistanê ye.”
Herweha Rêwaz Fayeq da zanîn, “Qewareya Herêma Kurdistanê qewareyeka destûrî ya bawerpêkirî ye li ser asta Iraqê û herêmê.”
Hêjayî gotinê ye, ev demek e hinek derdor bi taybet jî koma xiyaneta 16ê Cotmehê ya nav YNKê behsa hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê dikin û gefa hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin