Seroka ÎYÎ Partiyê: Em guh nadin gotinên kesên li Kurd û Tirkan bi çavên marabaya dinêrin

12 mijdar 2022 14:01
Seroka ÎYÎ Partiyê: Em guh nadin gotinên kesên li Kurd û Tirkan bi çavên marabaya dinêrin

PeyamaKurd – Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bersiva Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan da û diyar kir: “Em guh nadin gotinên kesên ku hem li Kurdan hem jî li Tirkan bi çavên marabaya dinêrin û bi lîstika xwe danûstendinê dikin.”

Li gor Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li ser hesabê xwe yê medyaya civakî twîtterê bersiv da gotinên Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan da. Buldan ji Akşener re gotibû: “Careke din bi awayekî vekirî nîşanî me da ku li hemberî Kurdan dijminatiyê dike.“ Akşener di bersiva xwe de got: “Em ji gotinên wan kesên ku bi çavê xulamtiyê li Kurd û Tirkan dinêrin, dengên wan di berîka xwe de dihesibînin û li gor wê jî leyistika dikin û di nava bazariya de ne qet cidî nabînin guh nadin gotinên wan”

Daxuyaniya Akşener wiha ye:

“Ez bang li kesên ku, tezgah danine û herkesê dengê xwe bilind dike wek “faşîst”  nav dikin dikim. Demokratên rastîn ên vî welatî em in! Ji ber vê yekê, em ji gotinên wan kesên ku bi çavê xulametiyê li Kurd û Tirkan dinêrin, dengên wan di berîka xwe de dihesibînin û li gor wê jî leyistika dikin û di nava bazariya de ne qet cidî nabînin guh nadin gotinên wan.”