Seroka ECBê: ECB, dê bilindkirina rêjeyên faîzê berdewam bike
PeyamaKurd- Seroka Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) Christine Lagarde, dubare kir ku ECB plan dike ku di meha Adarê de zêdekirina rêjeyên faîzê berdewam bike. Lagarde sedema vê yekê jî wisa eşkere kir ku ji ber ku enflasyona bingehîn bilind dimîne, dê berdewam bikin.
Christine Lagarde, di Civîna Plenary a Parlamentoya Ewropayê (PE) de li ser raporta salane ya ECByê axivî.
Lagarde da zanîn ku rêjeya enflasyonê ya niha gelekî bilind e û tu şik û guman jê tuneye û destnîşan kir ku enflasyon hîn ji hedefa ji % 2 ya dema navîn dûr e.
Lagarde da zanîn ku zêdebûna buhayê enerjiyê û lêçûnên din ên enerjiyê yên berê, di buhayê xerîdaran de xuya dike û got ku enflasyona bingehîn a ku buhayê enerjiyê û xurekê ji derveyî xwe nagire, ji % 5,2 hîn di asteke bilind de ye.
Seroka bankayê bi berdewamî got, "Ji ber zextên enflasyonê yên bingehîn, em plan dikin ku di civîna xwe ya pêşîn a adarê de 50 xalên din ên faîzê zêde bikin û paşê em ê helwesta xwe ya polîtîkaya diravî binirxînin.”
Lagarde destnîşan kir ku zêdebûna buhayê di xizmet û tiştên pîşesazî yên ne-enerjî de jî bilez in û rêjeyên faîza bilind ên ECByê dibe ku daxwazê kêm bike û zextên buhayan kêm bike û got ku tevî zêdebûna baweriya bi aboriyê û daketina bihayê enerjiyê, ECB hêvî dike ku çalakiyên aborî di demeke nêzîk de qels bimînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin