Serokê berê yê Îstixbarata Îsraîlê: Ger ez Filistînî bûma, ji bo azadiya xwe min ê li dijî Îsraîlê ser bikira
PeyamaKurd – Serokê berê yê Îstîxbarata Navxweyî ya Îsraîlî Shin-Bet Ami Ayalon derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de daxuyanî da ABC News Australia.
Ayalon li ser pirsa rewşa Filistîniyên di bin êrîşên Îsraîlê de ye jî wiha got: “Jiyana kesên ku xeyala azadiyê dikin, lê nikarin wê bibînin. Em bixwazin an nexwazin, em jiyana bi mîlyonan kontrol dikin."
Ayalon diyar kir: "Eger hûn Filistînî bûna ku li Xezzeyê an jî Şerîeya Rojava ya dagirkirî dijî, wê perspektîfa we li ser Îsraîlê çawa bûya?" Wî bersiv da û got: "Ji bo azadiya xwe min ê li dijî Îsraîlê şer bikira. Min ê ji bo azadiya xwe her tişt bikira."
"Ez wan wek terorîst dibînim"
Ayalon li ser pirsa ku Wezîra Maliyeyê ya rastgirên tundrê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlekariya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir çiqas bi hêz in û nêrîna wî ya derbarê her du wezîran de çiqasî bi hêz in got, "Ez wan weke terorîst dibînim. Ew beşeke biçûk ji civaka Îsraîlî temsîl dikin, lê ew hêza xwe ji sîstema me ya koalîsyonê distînin." Ayalon pirsa duyemîn a ku wî ji her du wezîrên Îsraîlê re gotiye "terorîst" an na wiha bersivand: "Helbet ew wiha ne." Rojnameger diyar kir ku ew fêm nakin çima pêwîstiya Îsraîlê bi kuştina ewqas zarokan heye, Ayalon got, "Pêdiviya me bi vê yekê nîne" û îdia kir ku "Hamas di nava sivîlan de bi cih bûye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin