Serok Barzanî sala nû li gelên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir

31 berfanbar 2022 17:05
Serok Barzanî sala nû li gelên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî bi peyama xwe sala nû li gelên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek belav kir û got, sala nû li gelên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be.

Di berdewamiya peyama xwe de Serok Barzanî got: Hêvî ji Xwedayê mezin dikim ku sala 2023 bibe sedema aştî û bexteweriya hemû mirovatiyê.