Serok Barzanî pêswaziya sanda serokesîrên Basrayê kir

28 tebax 2019 20:52
Serok Barzanî pêswaziya sanda serokesîrên Basrayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwaziya şandeke mezin a nîşitecihên parêzgeha Basrayê kir ku ji serokhoz û rihspiyên olî û kesayetiyên akademiyên wê parêzgehê pêk hatibûn.

Di daxuyaniya malpera Serok Barzanî de hat gotin, di hevdîtinê de Mehmûd Mihemed Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Bengîn Rêkanî Wezîrê Avadanikirin û Nîşitecîhkirina Iraqê amade bûn. 

Şanda mêhvan ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya bi vê hevdîtinê, silav û rêzên xelkê parêzgeha Basra bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihandin û tekez li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê ji bo Serok Barizanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Şanda mêhvan her wiha balkişandin li ser peywendiyên birayane û dîrokiya xelkê Basra li gel gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku her ew soz bûye sedema wê yekê ku dehan hezar kesên xelkê Basra di dema vegerana Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji Yekîtiya Soviyetê ji bo pêşwazîkirina wan li çaverêyiyê da rawestin, niha jî heman soz û evînî ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye û dixwazin ew birayetiya kevnar zêdetir bê pêşxistin. Her li vê çarçêweyê da jî şanda mêhvan Serok Barzanî vexwendin ku li derfetekî guncaw da serdana wê parêzgehê bike.

Şanda mêhvan behsa girift û kêşeyên taybet bi nebûna xizimetguzariyan li parêzgeha Basra kir û hêvî xwestin ew pêşketina li Herêma Kurdistanê heye bigihe navçeyên dinê Iraqê û ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin li rêya wezîr û nûnerên kurd li Bexda ve hewl bidin projeya avakarî û nîşitecîhkirinê li parêzgeha Basra bê bicîhkirin û kêşeyên wê parêzgehê bêne çareser kirin.

Li hevdîtinê de Serok Barizanî ji bilî bixêrhatina germ ya şanda mêhvan, tekez li ser pêşxistina peywendiya birayaneya gelê Kurdistanê û xelkê Basira û hemû xelkê Iraqê kir û ragihand ku her çende rejîmên yek bi dawiya yekên Iraqê gelek hewldan kêşeya di navbera şoreşa kurd li gel desthilata Iraqê bikin kêşeya kurd û ereb lê belê şoreş rê bi wê yekê neda.

Serok Barzanî di derbarê kêşeyên xizmetguzariyên parêzgeha Basra dilgiraniya xwe derbirî û got, "Me jî rêz û sozekî zêde ji bo xuşk û birayên me yên li Basra heye û gelek sosrete parêzgehekî wekî Basra ku şahdamarê aborî ya Iraqê ye kêşeya xizimetguzariyê hebê û her çi jî ji destê me bê ji bo piştevaniyê li daxwazên rewayên xelkê Basra de kêmasiyê nakin."

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin û Serok Barzanî ragihand ku niha keşêkî erênî ji bo guftûgo û hevdû têgihîşitin û çareserya kêşeyan li holê da heye û tekez li ser diyalog û rêya aşitiyane kir.