Serok Barzanî pêşwaziya parlamenter Serdar Yuksel kir

09 tebax 2026 18:11

Serok Mesûd Barzanî, roja yekşemê ya 9ê Tebaxê li baregeha xwe ya li Pîrmamê, pêşwaziya Endamê Parlamentoya Elmanyayê Serdar Yûksel kir.

Serok Barzanî pêşwaziya parlamenter Serdar Yuksel kir

RûpelNews - Di civînê de, Serok Barzanî bi germî pêşwaziya Serdar Yüusel, Endamê Parlamentoya (Bundestag) a Almanyayê kir, kêfxweşiya xwe anî ziman ku siyasetmedarekî Kurd dikare di navendên siyasî û parlamenterî yên Almanyayê de rolekê bilîze, û ji ber hewldan û xebatên wî yên dijwar di warên cuda de yên têkildarî doza Kurdan û parastina penaberan li Almanyayê, ew pîroz kir.

"Pirsgirêka Kurd divê bi rêya aştî û diyalogê were çareserkirin"

Di civînê de, Serok Barzanî amaje bi prensîbên bingehîn ên têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê kir û tekezî li ser cewhera aştiyane ya doza Kurdî kir; wî diyar kir ku pirsgirêka gelê Kurd li Rojhilata Navîn divê bi rêya aştî, diyalog û rêbazên nûjen were çareserkirin.

Spasiya xweragirî û piştgiriya Barzanî ji bo Rojava kir

Dûvre di civînê de, Serdar Yüksel spasiya xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di têkoşîna azadiyê de, piştgiriya wî ji bo doza gelê Kurd, têkoşîna li dijî terorê, û piştgiriya wî ji bo doza Kurdan li Rojava anî ziman. Wî destnîşan kir ku li Almanyayê û li gelek deverên cîhanê mirov hene ku heval û piştgirên maf û daxwazên gelê Kurdistanê ne.

Ezmûna Herêma Kurdistanê û xebatên Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî hatin pesinandin

Serdar Yüksel ezmûna Herêma Kurdistanê wekî girîng û biqîmet wesif kir, û destnîşan kir ku divê piştgirî jê re were kirin. Wî her wiha spasiya xwe ji bo rola ku Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) di alîkarî û piştgiriya qurbanî, penaber û lêgerînerên penaberiyê de lîst, anî ziman.

Rewşa siyasî ya li herêmê, geşedanên dawî û gefên terorê di nav xalên din ên sereke yên rojeva civînê de bûn.