Serok Barzanî pêswaziya gelek kesayetî û nûnerên Kurdên Feylî kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî got, Kurdên Feylî sembola fedakarî û hezkirina Kurdewarî ne û mînaka eşkere ya zilma ku li gelê Kurd tê kirin e.
Îro Yekşemê 03.11.2024 Serok Barzanî li Selahedîn bi nûnerên Yekîtiya Kurdên Feylî û kesayetiyên Feylî re civiya.
Li hevdîtinê de şanda mêvan agahdar kir Serok Barzanî li ser aloziyên Kurdên Feylî û bêparbûna ji nasname û mafên hevwelatîbûnê û kêşeyên ku ji ber siyasetên şovenîstî yên rejîma Iraqê di dema borî de pêk aniye û pirsgirêkên heta îro berdewam bike.
Herwiha şanda mêvan spasiya Serok Barzanî kir ku mafên Kurdên Feylî parastiye û ji dema borî de piştevanekî bi biryar bûye.
Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya bi pêşwazîkirina şanda mêvan nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo helwesta wan nîşan da.
Serok Barzanî got, Kurdên Feylî sembola fedakarî û hezkirina Kurdewarî ne û mînaka eşkere ya zilma ku li gelê Kurd tê kirin e û destnîşan kir ku Kurd ji ber nasnameya xwe ya netewî rastî zilmê hatine, sirgûn û koçber bûne.
Serok Barzanî dûpat jî kir ku ew ê bi hemû hêza xwe piştevanî û aramkirina hemû maf û daxwazên Kurdên Feylî bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin