Serok Barzanî nehist gundên Kurdan bên dagirkirin
PeyamaKurd – Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an erebkirin û dagirkirina niştîngehên Kurdan û şewitandina zeviyên wan li dorûbera parêzgeha Kerkûkê berdewam e.
Li bajarokên Xaneqîn, Dûbiz û Sergeranê yên Kerkûkê zeviyên welatiyan tên şewitandin û bi hinceta tapoyên rejîma Sedam ereb li gelek gundan têne bicihkirin.
Hefteya borî jî li gundê Pelkane yên Sergran a Kerkûkê 300 ereb bi zorê hatin bicihkirin û herwiha zeviyên Kurdan jî li wê deverê û cihên din bênavber ta îro jî tên şewitandin.
18ê vê mehê xelkê Xaneqînê li ser van bûyerên şewitandin, revandin û dagirkeriyê û herwiha metirsiya êrîşên DAIŞê bi danezanekê bangewazî kirin ku ewlekariya wan bê dabînkirin û hêzên Pêşmerge jî vegerin herêmê.
Li gor çavkaniyên Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî kete tevgerê û hem rê li ber mezinbûna aloziyan û dagirkirina şûnwarên Kurdan girt, hem jî hişt ku destûr bo çandiniya cotkarên li wan navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê mane bê derxistin.
22yê Gulanê parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, Rakan Cuburî, qeymeqamê Dûbizê û Berpirsê Çandiniyê yê Kerkûkê li hev civiyan û destûra dirûtin û çinîna erdên cotkarên Kurd ji bo wan deveran derxistin.
Li aliyê din bi rol û daxwaziya Serok Barzanî komîsyonekê lêkolîn li herêmên derveyî îdareya Kurdistanê pêk anî û ji bo rê li ber dagirkeriyê bigire çareyên maqûl hatin dîtin ku êdî dê cotkarên Kurd bikaribin li şûnwarên xwe çandiya xwe bidomînin û ji ereban re bernedin.
Li Xaneqînê baxên kurdan dişewitînin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin