Serok Barzanî: Li Iraqê di warê siyasî de vebûnek heye
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê li gel berpirsên Çarçoveya Hevahengiyê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand, ku li Iraqê di warê siyasî de vebûnek heye.
Serok Barzanî duh (03.07.2024) li mala Serokê Tevgera Hikmeta Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm li gel berpirsên çarçoveya hemahengiyê civiya û gelek mijarên girîng gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî ya derbarê hûrgiliyên hevdîtinê de hat ragihandin ku Ammar Hekîm bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û ew serdan bi girîng û dîrokî wesif kir. Hekirm herwiha bal kişand ser têkoşîn û qurbanîdana Kurd û Şîeyan weke xala hevpar a rizgarbûna ji bindestî û dîktatoriyê.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe ya bo Bexdayê nîşan da û balkişand li ser girîngiya hevdîtina li gel berpirsên çarçoweya hemahengiyê.
Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku li Iraqê vebûnek di warê siyasî de heye û got, ev yek dibe derfeteke baş ji bo danûstandina nêrînan li ser aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan.
Serok Barzanî balkişand li ser dîroka partiyan li şerê li dijî dîktatoriyê û avakirina Iraqa nû û nivîsandina destûrê û tekez li ser wê yekê kir ku destûr prensîbeke bihêze ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan.
Di hevdîtinê de her wiha li ser rewşa siyasî ya Iraqê, pirsa petrolê, bûdce, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û hilbijartina serokê parlamentoyê jî nêrîn û nêrînên xwe danustandin.
Serok Barzanî herwiha tekez li ser piştgîriya xwe bo kabîneya Mihemed Şîe ya Sûdanî jî kir, ku li ser esasên destûrî û di encama rêkeftina di navbera aliyan de hatiye damezrandin.
Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku mekanîzmeke hevbeş ji bo berdewamiya pêwendî û hemahengiya di navbera her du aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê û çawaniya rûbirûbûna pêşhatên paşerojê were avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin