Serok Barzanî: Em ji rewsa niha ya Iraqê bi endîse ne
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasima sed qurbaniyên Barzanî ku di enfalan de li başûrê Iraqê li ser sînorê Kuweyt û Erebistana Si’ûdiyê şehîd kiribûn de, li balafirgeha Hewlêrê li ser rewşa enfalkiriyan û rewşa heyî ya Iraqê axifî. Serok Barzanî weha got:
“Em ji rewşa Iraqê ya niha tê de bi endîşe ne. Piştî roxandina rejîmê kes ji derfetan sûdê negirt.”
Li ser babeta enfalkiriyan jî serokê Kurdistanê di axaftina xwe de weha got:
“Heya niha cesedên gelek enfalkiriyan anîn Herêma Kurdistanê lê heya niha gelek cesed nehatine dîtin. Heya yek bermayê şehîdekî me hebe, em ê ji bo anîna cesedên xwe bixebitin. 39 sal berê 8 hezar Barzaniyên ku sûcê wan tenê ew bû ku Barzanî bûn, li çolên başûrê Iraqê hatin şehîdkirin, enfalkirina 12 hezar Kurdên Feylî û di êrîşên ser Kurdistanê yên enfalan de 182 hezar hemwelatiyên me bi rih xistin bin erdê, ew komkujiya Barzaniyan jî xelekekî ji komkujiya enfalan bû.
Sûcên rejîmê divê ti carî nebe sedema dijminahiya navbera gelan. Rejîm tên û diçin lê biratiya milletan dimîne. Parlementoya Iraqê, Dadgeha Cezayê ya Iraqê û Parlementoya Kurdistanê van sûcan sûcên komkujiyê dibîne. Hukumeta Iraqê berpirse ji şandina cesedan û dana tazmînatên mirovên gorîvanan.”
Serok barzanî li ser rewşa Iraqê û pêşdeçûnên wê weha got:
“Gelek normale ku pirsgirêk hebin û pirsgirêk tine ku çareser nebe. Ji bo çareseriyê eger niyet baş be; mijara pertol, gaz, budçe û yên din çareser dibin. Em ji rewşa Iraq tê de ye gelek bi endîşe ne. Piştî roxandina rejîmê ji derfetan sûd nehat welgirtin. Destûrê danîn aliyekî û pirsgirêk çareser nebûn. Li hemberê encaman kiryarên şaş hatin kirin. Temamê xelkê Iraqê ew çend êşê kişand, îro ne layîqê wê jiyana ku tê de ne. Divê jiyana xelkê baştir be.
Hêvî dikim herkes bi berpirsiyarî tevbigere, pirsigirêk bi niyeta paqij û îradeya saxlem encam bidin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin