Serok Barzanî bi Wezîrê Dadê yê Lubnanê û sanda pê re civiya

24 rêbendan 2022 15:48
Serok Barzanî bi Wezîrê Dadê yê Lubnanê û sanda pê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24 Çileyê 2022yan pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir.

Di şanda Lubnanê de Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmend hebûn.

Di hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Dadê yê Lubnanê û şanda wî de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Lubnan û Iraqê bi taybetî hatin kirin.

Gefên terorê li Iraq, Sûriye û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn.