'Serkirdeyê DAISê yê di operasyonên Sûriyeyê de hate hedefgirtin hate kustin'

18 sibat 2023 15:31
'Serkirdeyê DAISê yê di operasyonên Sûriyeyê de hate hedefgirtin hate kustin'

PeyamaKurd – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di encama teqîna di dema êrîşa  (HSD) li ser şaneke îdiakirî ya DAIŞê de, 4 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de hat gotin, "Di encama teqîna do ya li herêma hedefgirtinê ya bi hevkariya Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, 4 leşkerên Amerîkayê û kûçikek birîndar bûn. Hat gotin ku serçeteyê DAIŞê Hamza El Humsî hatiye hedefgirtin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, leşkerên Amerîkî û kûçikê leşkerî yên birîndar ji bo bên dermankirin birin baregeheke Amerîkî ya li Iraqê.

Agahiyên li ser cihê ku operasyon pêk hatiye û rola çeteyên DAIŞê yên kuştî di rêxistinê de nehatine dayîn.