Serekî dijwar di navbera pêsmergeyên PDK-Î û Artêsa Îranê de
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK-Î) ragihand, ku li navçeya Bukanê ya ser bi parêzgeha Urmiyê di navbera pêşmergeyên wan û çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de şer derketiye û di encamê de 4 pasdar hatine kuştin û hin jê jî hatine birîndarkirin.
Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK-Î) daxuyaniyek ragihand û di daxuyaniya xwe diyar kir ku li navçeya Bukanê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve di navbera pêşmergeyên wan û çekdarên Supaya Pasdaran a Îranê de şer derketiye û di encamê 4 pasdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor agahiyên daxuyanî dide zanîn: “Li derdora gundê Koke li devera Pîr Mihemed a Bukanê, şerekî giran di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û çekdarên Supaya Pasdaran a Îrnaê de çêbûye û çar pasdar hatine kuştin hin jê jî hatine birîndarkirin..”
Di daxuyaniya xwe de, Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê (PDK-Î) diyar kiriye, ku şerê navbera pêşmergeyên wan û Supaya Pasdaran a Îranê şeva bihorî li derdora gundê Koke ya Bukanê derketiye û şer û pevçûn demjimêrekê berdewam bûye.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vî şerî de 4 endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin û hêzên Îranê çend kes desteser kirine û zirareke mezin jî gihandine zewiyên çandiniyê yên Koke, Derwêşan û Êskî Bexdayê.”
Herwiha li gorî heman daxuyaniyê, “di wî şerî de ti zirarek negihîştiye pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin