Serêkaniyê û Girêspî ketin rojeva NY: 80 sivîl hatine kustin
PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di civîna xwe ya dawî de, alîkariyên mirovî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Rayedarê NY yên Rewşên Awarte û Kordînasyona Alîkariyên Lezgîn Mark Lowcock, da xuyakirin ku li herêmê hejmara bûyerên tundîyê û pevçûnan kêm bûye û got, “Lê belê li Girêspî û Serêkaniyê û herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê pevçûn hê jî didomin.”
Lowcock li ser bîlançoya êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku li gorî amarên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY (OHCHR) 49 sivîl di encama êrîşên esmanî û bejahî de, 31 kes jî bi teqînên cuda can dane ku bi tevahî 80 sivîl hatine kuştin.
Mark Lowocock herwiha got ku bi qasî 200 hezar sivîl neçar bûne koçber bibin û da zanîn, “Piştî rêkeftinan, piraniya kesên terka herêmê kiribûn ji nû ve vegeriyane cihên xwe. Hejmara koçberan daket 70 hezar kesan.”
Rayedarê NY bibîr xist ku ew mehane alîkariyên mirovî digihînin 5-6 milyon welatiyên Sûriyê û piraniya alîkariyan jî ji derveyî sînoran dabîn dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin