Şerê Efxanîstan û Pakîstanê: Bi sedan kes hatin kuştin

17 adar 2026 08:47

Aloziyên di navbera Efxanîstan û Pakîstanê de giran dibin. Tê ragihandin ku Pakîstanê êrîşî Efxanîstanê kiriye. Di daxuyaniya xwe ya destpêkê de, Wezareta Tenduristiyê ya Efxanîstanê ragihand ku zêdetirî 200 kes hatine kuştin û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne. Lêbelê, berpirsên hikûmetê diyar kirin ku dibe kuhejmara miriyan bigihîje 400 kesan.

Şerê Efxanîstan û Pakîstanê: Bi sedan kes hatin kuştin

RûpelNews - Hikûmeta Efxanîstanê, Pakîstan berpirsiyarê êrîşeke hewayî ya li ser navendeke sivîl a li paytext Kabulê dibîne, lê Îslamabad îdia dike ku êrîş li dijî hedefên leşkerî bûye.

'Kiryareke nemirovane'

Li gorî nûçeyeke AFPê, hikûmeta Efxanîstanê ragihand ku di êrîşa ku êvara duşemê li Kabulê pêk hat de, hejmareke mezin a sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hat îdiakirin ku êrîş wek encama hedefgirtina navendeke ku nexweşên madeyên hişber derman dikir, pêk hatiye.

Li bajêr tirseke mezin belav bû

Hat ragihandin ku piştî êrîşê, ku derdora saet 21.00an bi dema herêmî pêk hat, li bajêr tirseke mezin çêbû. Hat destnîşankirin ku di wê demê de hejmareke mezin a sivîlan li herêmê bûn, ji ber ku bûyer di saetên piştî fitara Ramazanê qewimî.

Pakîstan: Me binkeyên leşkerî kirin armanc

Lêbelê, hikûmeta Pakîstanê ew îdiayên ku digotin êrîş li dijî navendeke tenduristiyê hatiye kirin, red kir. Rayedaran diyar kirin ku operasyon "êrîşeke bi hûrbînî bû li dijî binesaziya leşkerî ya ku tê îdiakirin piştgiriyê dide terorîstan".
Rêveberiya Îslamabadê ji mêj ve Efxanîstanê tawanbar dike ku ew komên çekdar ên ku êrîşan li ser axa wê pêk tînin, diparêze.

Rêxistinên mirovî yên navneteweyî hişyariya qeyrana mirovî dan

Li gorî hejmarên Neteweyên Yekbûyî, ji ber aloziyên zêde, li Efxanîstanê ji 26ê Sibatê ve herî kêm 75 sivîl hatine kuştin û nêzîkî 115 hezar kes jî koçber bûne.

Bi milyonan rûbirûyê metirsiya birçîbûnê ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) hişyarî da ku heke rewşa ewlehiyê xirab bibe, dibe ku bi milyonan Efxan rûbirûyê metirsiya birçîbûnê bibin.

Hewldanên navbeynkariyê bê encam mane

Çînê ragihand ku nûnerê wê yê taybet di navbera aliyan de navbeynkariyê dike, lê heta niha ti encamên berbiçav nehatine bidestxistin.
Pispor destnîşan dikin ku krîzên din ên li herêmê hewldanên dîplomatîk aloztir dikin û ti nîşaneke zelal nîne ku aloziya di navbera Pakîstan û Efxanîstanê de dê di demek nêz de bi dawî bibe.