Serdana Orban ya Çînê rastî bertekên Yekîtiya Ewropayê tê

08 tîrmeh 2024 21:56
Serdana Orban ya Çînê rastî bertekên Yekîtiya Ewropayê tê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ku welatê wî seroka serdemê ya Yekîtiya Ewropayê ye, piştî Rûsyayê vê carê jî serdana Çînê kir.

Orban dibêje ku ew bi misyona aştiyê serdanên xwe yên Moskow û Pekînê pêk tîne, lê Yekîtiya Ewropa ji vê nerazî ye.

Berpirsên YEyê berteka tund ji hevdîtina Orban a Pûtîn re nîşan dabûn ku ji bo serdana Çînê jî heman bertek nîşan dan.

Orban li ser hesabê xwe yê ‘’X’’ wêneyekî ku li Pekînê ji balafirê daketiye û li ser ‘Misyona Aştiyê 3.0’ dinivîse parve kir.