Sener: Pistî ketina Efrînê û Sûriyê siyasiyên Tirk ji pirsa Kurd re bêdeng in

02 rêbendan 2019 22:20
Sener: Pistî ketina Efrînê û Sûriyê siyasiyên Tirk ji pirsa Kurd re bêdeng in

PeyamaKurd – Parlamentarê Partiya Komariya Gel (CHP) yê bajarê Konyayê Abdullatîf Şener daxuyakirin ku êdî partiyên siyasî yên Tirkiyê qet behsa pirsa Kurd nakin û bêdengiyek hilbijartine.

Şener bal kişand ser ku helwest û daxuyaniyên partiyên siyasî yên Tirkiyê derbarê Kurdan de li gorî demê diguhere û niha jî qet naxwazin navê Kurdan û pirgirêkên wan bilêv bikin.

Abdullatîf Şener got, “Piştî ku Tirkiye leşker şandin Sûriyê û ket Efrînê, mixabin partiyên siyasî ji pirsa Kurd re bi mesafe ne, daxuyaniyan nadin. Di wê mijarê de bêdengiyek yan jî nedîtîbûnek heye.”

Şener hilbijartinên herêmî bi bîr xistin û bi bilêvkirina navê HDPê re got ku potansiyeleke mezin a dengên Kurdan heye.