Senatorê Amerîkî: Lihevkirina Kurdan û Esed felaket e

29 berfanbar 2018 23:11
Senatorê Amerîkî: Lihevkirina Kurdan û Esed felaket e

PeyamaKurd – Senatorê Komarîparêz ê Amerîkayê Lindsey Graham ku li dijî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Trump derketibû, derbarê lihevkirina hêzên Kurd û rejîma Beşar Esed de daxuyakirin, “Heger ev rewş rast be, felaket e.”

Graham li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Heger nûçeyên derbarê hevkariya Kurdan û Esed rast bin ev felaketek e. Ev rewş ji bo Îsraîl û Tirkiyê kabûs e. Serkeftiyên herî mezin ê vê hevkariyê Rûsya, Îran û Esed e.”

Daxuyaniya senatorê Amerîkî ev daxuyaniya xwe, piştî nûçeyên çûyîna artêşa Sûriyê bo Minbicê û daxuyaniya YPGê ya vexwendina rejîma Sûriyê bo parastina ji operasyonên Tirkiyê hat belavkirin.