Senatorê Amerîkî ku bi 'bertîl stendinê' dihat sûcdarkirin, îstifa kir!
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Bob Menendez ê ku bi “bertîl stendinê” dihat sûcdarkirin, bi awayekî demkî dest ji Serokatiya Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê berda.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatin belavkirin, Senator Chuck Schumer di daxuyaniya xwe de got, "Senator Menendez bi heqî biryar daye ku heta ku pirsgirêk çareser nebe, ji wezîfeya xwe ya Serokê Komîteya Têkiliyên Derve bi awayekî demkî îstifa bike."
Schumer diyar kir, Menendez "karmendê giştî yê fedakar e" û diyar kir ku mafê wî yê darizandineke adil heye.
Ji aliyê din ve dozger îdia dikin ku senator û hevjîna wî pere ji bo "bi kêrî hikûmeta Misrê were" qebûl kirine. Sûc li dû lêpirsîna Wezareta Dadê ya bi salan e.
Di îdianameya 39 rûpelî ya ku pêşkêşî Dadgeha Federal a Navçeya Başûr a New Yorkê hat kirin de, Menendez û hevjîna wî Nadine Arslanian di têkiliyên xwe yên bi karsazên New Jersey re bi bertîlê hatine sûcdarkirin.
Dozgerên Federal ragihand, wan di çarçoveya lêpirsîna ku zêdetirî salekê dom kiriye de, di serdegirtina mala Menendez de dest danîne ser du barên zêr ên bi nirxê 100,000 dolar û 480,000 dolaran pereyên veşartî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin