Senatorê Amerîkî: Heya Swêd nebe endamê NATOyê, divê firotina F-16 ji Tirkiyê re neyê kirin

07 tîrmeh 2023 14:31
Senatorê Amerîkî: Heya Swêd nebe endamê NATOyê, divê firotina F-16 ji Tirkiyê re neyê kirin

PeyamaKurd Senatorê Amerîkî Mitch McConnell beriya Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di 11-12 Tîrmehê de bê lidarxistin daxuyanî da.

Li gor nûçeya Dengê Amerîka, Mitch McConnell, serokê kêmîneya Komarîyan li Senatoyê, meclisa bilind a Kongresa Amerîka, ku Demokrat tê de piranî ne, roja Çarşemê berî civîna NATOyê ji malpera nûçeyan a Punchbowl re axivî.

Senatorê Komarî piştgirî da nêrîna Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoyê yê Partiya Demokrat Bob Menendez a derbarê firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re û got, "Ez yek ji wan kesan im ku heta ku Swêd nebe endam, ne li gel firotina F-16an bo Tirkiyê me."